Tu agahî derbarê 1000 leşkerên Sûriyê yên ku radestî pêkhateyên Golanî hatine kirin nîne.
Adar 15, 2025 14:50 Asia/Tehran
Çavkaniyên agehdar derbarê çarenivîsa nediyar a hezar leşkerên sûrî yên ku radestî endamên rejîma terorîst a El-Colanî hatibûn kirin, agahî dan.
Çavkaniyên agehdar ragihandin ku nêzîkî 2 hezar leşkerên Sûriyê ku di dema rûxandina rejîma Beşar Esed de reviyane Iraqê, Piştî çend hefteyan bi dilxwazî vegeriyan axa Sûriyê. Endamên girêdayî rejîma terorîst a El-Colanî ev leşkerên sûrî ji aliyê Iraqî ve wergirtin û wan soz da ku wan bi silametî vegerînin malên xwe, lê nîvê wan hîn venegeriyane malên xwe.
Çavkaniyên agehdar amaje bi vê yekê jî kirin ku çarenivîsa wan leşkerên sûrî nediyar e û wisa xuya dike ku ew bo girtîgehên rejîma Colanî hatine veguhestin.
Malbatên van leşkeran jî ji tirsa hovîtiya terorîstên serdestê Sûriyê bêdeng mane.