Nîsan 25, 2022 17:15 Asia/Tehran
  • Karzanên NY: Hin kiryarên Tirkiye û komên pê ra li Efrînê mînaka sûcên şêrr in

Karzanên NY di rapora xwe da hin kiryarên Tirkiyê û komên çekdar ên bin fermana wê li navçeyên dagirkirî yên kurdnişîn ên Sûriyê ji wan li Efrînê wek mînaka sûcên şêrr zanîn.

Karzanên NY ku derbarê rewşa Sûriyê lêkolîn dikin, hişyarî dane ku hin kiryarên komên çete û terorîst ên ser bi Tirkiyê li deverên kurdnişîn ên Sûriyê wek Efrînê, ji wan desteserkirina mal û mikan, işkence û derxistina kurdan mînakên sûcên şêrr in.

Karzanên NY tevî amajeya bi vê ku komên çekdar rasterast di bin çavdêriya Tirkiyê da ne, hişyarî dane ku îhtimal heye Tirkiye bi tawana sûcên şêrr were tawanbarkirin.

 

Karzanên ser bi NY ragihandiye ku artêşa Tirkiyê û terorîstên bin fermana wê li Efrîn û Serîkaniyê berdewam kiryarên weke desteserkirina malên kurdan, desterserkirina berhemên baxên zeytûnê yên kurdên Efrînê û derxistina kurdan ji malên xwe pêk tînin.

 

Serepeyv