Rojnameya Sun a Inglîzê: Cîhanê kurdên Sûriyê ji bîr kirine
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i321597-rojnameya_sun_a_inglîzê_cîhanê_kurdên_sûriyê_ji_bîr_kirine
Rojnameya Sun di raporekê da rewşa darizandina zîndaniyên DAIŞî ji aliyê kurdên Sûriyê va şirove kiriye û nivîsiye: Cîhanê Kurdên nSûriyê ji bîr kirine; Ji ber ku naxwaze di mijara darizandina bi hezaran zindaniyên DAIŞî alîkariya kurdên Sûriyê bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 21, 2020 07:54 Asia/Tehran
  • Rojnameya Sun a Inglîzê: Cîhanê kurdên Sûriyê ji bîr kirine

Rojnameya Sun di raporekê da rewşa darizandina zîndaniyên DAIŞî ji aliyê kurdên Sûriyê va şirove kiriye û nivîsiye: Cîhanê Kurdên nSûriyê ji bîr kirine; Ji ber ku naxwaze di mijara darizandina bi hezaran zindaniyên DAIŞî alîkariya kurdên Sûriyê bike.

Li gorî rapora Kurd Pressê rojnameya Sun a çapa Inglîzê destnîşan kiriye ku cîhanê Kurdên Sûriyê bi tenê hiştine; Ji ber ku di rewşa ku Kurdan jibo darizandina endamên xeternak ên DAIŞê hewcetî bi alîkairya welatên cûrbecûr heye, lê tu welatekî nexwestiye ku alîkariya kurdên Sûriyê bike.

Sun di dewamê da hişyarî da ku aniha zîndaniyên herî bixeter ên cîhanê di bin kontrola kurdên Sûriyê ne, lê kurd naxwazin wan mehkeme bikin, belkî ji welatên cûrbecûr xwestine ku ev kes li welatên wan bên mehkemekirin.