Ji "Weqfa Jinan a Azad" însiyatîfa klînîka gerok
"Weqfa Jinan a Azad" a Sûriyê bi armanca pêşkêşkirina desteka tenduristî ji şêniyên gund û koçberên di nav kampan de, însiyatîfek pêşkêş kir û li gorî wê klînîkeke gerok bi navê Arî amade kir.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Ji salekê ve ev biryar hatiye erêkirin û ji 4 mehan ve dest pê kiriye. Klînîka Arî dê piştî temamkirina tevahiya kêmasiyên di dermanan de û peydakirina bijîşkê zarokan bikeve pratîkê.
Dê bijîşkên beşên jin, zarok û hundirîn ji bo vî warî werin diyarkirin. Klînîk dê hefteyê du sê rojan xebatên xwe ji koçberên Kampa Weşûkanî û gundên ku pêwîstiya wan bi alîkariya tenduristiyê re hebe, pêşkêş bike.
Endama Weqfa Jinan a Azad Ceylan Osman ji ANHA`yê re got: “Ji derdora 4 mehan ve me dest bi vê projeyê kiriye. Em dixwazin xebatên tenduristî ji gundên li dora bajarê Hesekê yên ku bi 30 km jê dûr in re, pêşkêş bikin.”
Ceylan Osman wiha domand: “Me tevahiya amûrên pêwîst kirîn, mîna erebe û amûrên tenduristî yên pêwîst. Dê di klînîkê de cîhazê Echo hebe. Her wiha amûra kişandina tif, şilî û xwîna nêm, amûra pîvana tansiyon, testkirina şekir, amûra bêhndan û amûrên destwerdana lezgîn, hebin.”
Ceylan Osman diyar kir ku ev proje temam dibe, lê hinek kêmasî di dermanên pêwîst de hene divê werin temamkirin. Ji bo wê, dê bi Desteya Tenduristiyê û Heyva Sor a Kurd re koordîne bikin.
Girêdayî armanca projeyê Ceylan Osman got: “Em armanc dikin desteka tenduristiyê ji şêniyên gund û koçberan re, heke kêmasî hebin, pêşkêş bikin. Ji erka me ye ku em alîkariya nexweşan bikin. Bi taybet ên ku nikarin biçin nexweşxaneyan. Ji ber ku ji herêmên wan dûr in.”
Ceylan Osman di dawiyê de got: “Piştî belavbûna Koronavîrusê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê emê hewl bidin rê li pêşiya belavbûna wê bigirin. Amadekariyên me berê di vî warî de hene. Sê navendên tenduristiyê hene, di her yekê de amûra pîvanagirtina pileyê û amûrên dezenfektekirinê hene. Emê semîneran onlinê li dar bixin yan jî em ê belavokan bi rêya înternetê biweşînin.”