Mijdar 02, 2025 18:20 Asia/Tehran
  • Di tevlikirina hêzên kurd di nav artêşa Sûrîyê da ti pêşketinek pêk nehatîye

Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyê ragihand ku ji gotûbêjên Şamê û rayedarên kurd ji bo tevlikirina HSD di nijyara sîyasî û leşkerî ya welêt da, hê ti encamek derneketîye.

Es`ed Hesen Şêybanî got: Ti pêngaveke şênber nehatîye rakirin. Ev gotin di halekî da ne ku Tam Barak Wekîlê Taybet ê Amerîkayê di Karên Sûrîyê da gotîye ku gotûbêjên hanê ``gellekî serkevtî`` bûne û rayedarên kurd jî ragihandin ku heke hêzên Colanî êrişên ser navçeyên kurdnişîn bidomînin, yê ji muzakireyan ti encamek dernekeve. 

Serepeyv