Tebax 09, 2020 12:18 Asia/Tehran
  •   Rûsyayê rêkeftina kurdên Sûriyê û Amerîkayê red kir

Wezareta Derve ya Rûsyayê rêkeftina kurdên Sûriyê û kompanyaya Amerîkî wek “binpêkirineke sîstematîk a yasayên navdewletî” binav dike û dibêje, “Amerîka siyaseta bihêzkirina Kurdan li ser hesaba grûpên etnîk û ayînî yên din girtiye ber xwe.”

Wezareta Derve ya Rûsyayê derbarê rêkeftina kurdên Sûriyê û Kompanyaya Delta Crescent Energy a Amerîkî de daxuyaniyek belav kir û tê de amaje bi wê hatiye kirin ku di çarçova rêkeftina li gel kurdên Sûriyê de, Kompanyaya Delta Crescent Energy plan heye du rafîneriyên petrolê bo Rêveberiya Xweser veguhêze.

Wezareta Derve ya Rûsyayê dibêje ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo jî ew rêkeftin piştrast kiriye û amaje jî kiriye ku wê rêkeftinê zêdetir dem girt ku Washingtonê hêvî dikir.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Rûsyayê de hatiye diyarkirin, li gor medyayê, Wezareta Gencîneya Amerîkayê wê kompaniya petrolê ji sizayan dibexşe bo ku bikare xebatên xwe birêve bibe.

Li gor Wezareta Derve ya Rûsyayê, ewa ku Washington dike “binpêkariyeke sîstematîk a rêkarên yasayî yên navdewletî û yasayên mirovî yên navdewletî ye û dûpatkirina pabendbûyîna wek hêzek dagîrker e” û “di heman demê de Amerîkayê careke din rêznegirtina xwe li biryarên Encûmena Asayîş û Netewên Yekgirtî ku taybet in bi serwerî, serbixweyî û yekperçeyiya Sûriyê nîşan da.”

Serepeyv