Kanûn 22, 2025 15:48 Asia/Tehran
  • Revandina bi dehan jinî li Sûriyê û dizîna organên laşê wan

Çavkaniyeke agehdar derbarê revandina bi dehan jinên elewî li Sûriyê û dizîna organên laşê wan de agahî da.

Çavkaniyek çalak di warê mafên mirovan de li Sûriyê ragihand ku di sê heftiyên borî de herîkêm 40 jinên elewî li vî welatî hatine revandin. Wê her wiha got ku ev jin rûniştiyê derdora Cebele, Hums û Banyasê bûne û cinayetên bi vî rengî wek gefek mezin dijî rewşa mirovî û mafên mirovan li Sûriyê tê hesabê..

 Vê çavkaniyê her wiha diyar kir hinek ji jinên ku hatine berdan, derbarê êrişên hovane yên sebebkarên van êrişên hovane û dizîna organên laşê jinên din aghiyan didin.

Li gorî nûçeyeke din, çavkaniyên herêmî derbarê pevçûnên bi çekan navbera hêzên HSD û Rejîma Colanî li  mêhwera Dêr Hafirê li rojhilatê Helebê agahî dan. Vê dawiyê HSD alavên xwe yên leşkerî ji herêma Tebqayê veguhest Dêr Hafirê li nêzî xalên kontrolê yên artêşê.

 

Serepeyv