Kanûn 20, 2025 17:36 Asia/Tehran

Zêrevana Mafên Merivan a Sûrîyê ragihand ku ji dema ketina hikûmeta Bişar Esed va heta nika, 1300 haletên kuştin û qirrkirinê li Sûrîyê hatine tomarkirin.

Zêrevana Mafên Merivan a Sûrîyê pêgirî kir ku ji 8ê Kanûna sala buhurî va heta nika yanî di dewra hikimdarîya Colanî da li Sûrîyê, herîkêm hezar u 348 kes hatine kuştin ku 574 kes ji wan bi hegerên etnîkî û tayfeyî canê xwe ji dest dane.Zêrevana Mafên Merivan a Sûrîyê pêgirî kir ku ew kuştin bi hegerên nebûna piştgirîyên pêwîst ji welatîyan û nakokîyên navxweyî, pekîyane pirranîya bajaran û heger u armancên tayfeyî roleke rasterast di bi sedan haletên kuştin u qirrkirinê da hebûne. Hevgavê vê yekê çavkanîyeke haydar ragihand ku kesayetîyekî elewî li parêzgeha Humsê bi destê çekdarên rejîma Colanî hat terorkirin. Li gorî wê çavkanîya herêmî, çekdarên rejîma Colanî, Mazin Yûsif yek ji elewîyên Sûrîyê li nêzîkî Navenda Çandê ya parêzgeha Humsê teror kirin. Mazin Yûsif kesayetîyekî çalak u naskirî di warê karên merivdostîyê da bû û berî vîya Rêvebirê Komeleya Hîva Sor a Taxa Zehrayê li Humsê bû.

Serepeyv