Pêkanîna agirbesê li Helebê
Kanûn 23, 2025 15:16 Asia/Tehran
Pevçûna navbera HSD û hêzên Colanî li Helebê bi du kuştî û 17 birîndaran hat rawestandin. Hêzên HSD di daxuyaniyekê de ragihandin ku di bersiva bangên agirbesê de, fermana rawestandina bersiva hêzên hikûmeta demkî daye hemû yekîneyên xwe.
Duh êvarê, hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyê û hêzên HSD li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li bajarê Helebê bi tundî ketin pevçûnê.
Şer li çar taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiyê, Cemîliyê û Siryan bû. Hikûmeta demkî ya Sûriyê ragihand ku di encama van pevçûnan de du kes hatin kuştin û çend kesên din jî birîndar bûne. Hêzên HSD her wiha derbarê birîndarbûna17 sivîlan di encama êrişên hêzên emnî yên hikûmeta demkî agahî dan. Di encama van pevçûnan de hejmarek zêde sivîl jî aware bûne.