Destjikarberdana fermandarê tîpa bakûr a artêşa Rejîma Siyonîst li Xezzê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i353971-destjikarberdana_fermandarê_tîpa_bakûr_a_artêşa_rejîma_siyonîst_li_xezzê
Çavkaniyên siyonîst îstifaya fermandarê tîpa Bakur a artêşa Siyonîst li Xezzê ragihandin.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Adar 27, 2025 14:20 Asia/Tehran
  • Destjikarberdana fermandarê tîpa bakûr a artêşa Rejîma Siyonîst li Xezzê

Çavkaniyên siyonîst îstifaya fermandarê tîpa Bakur a artêşa Siyonîst li Xezzê ragihandin.

Medyayên Siyonîst ragihandin ku serheng Hayîm Kohên, fermandarê tîpa bakur a artêşa siyonîst li Xezzê, bi fermî îstifaya xwe ji artêşa vê rejîmê ji serokên xwe re ragihand. Di naveroka îstifaya xwe de, Kohên tekez kir, ku tîpa di bin fermana wî de nekariye erkên  ku jê hatine xwestin baş bi cih bîne û niştecihên navçeyên derdora Xezzê biparêze. Wî di nameya xwe ya ji bo Serorkerkanê Artêşa Siyonîst û Serfermandarê Herêma Başûr de, berpirsyariya têkçûna Tîpa Bakur a artêşê ya di operasyona Bahoza El Eqsayê de qebûl kir.