Hejmara şehîdên êrişa Erebistanê ser Yemenê jorda çû
Hejmara şehîdên êrîşa asmanî ya Erebistana Siûdî li ser bazareke mîwe u pincaran li başûr- rojavayê parêzgeha Teiz a Yemenê rabû 25 kesan. Her wiha, di êrîşê de 40 kes birîndar bûn.
Erebistana Siûdî her wiha bi balafirên cengê êrişî projeyên dabînkirina avê li navçeya Şamayateyn a Teiz û navçeya Heys a li parêzgeha Hudeydeyê kir. Di heman demê de, yekîneyên parastina hewayî yên Hêzên Çekdar ên Yemenê li Sena'ya paytext himber balafirên cengê yên destdirêjker ên Seûdî sekinîn.
Ji aliyekî din ve, çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku herêma Necran li başûrê Erebistana Siûdî bûye hedefa êrîşeke nû ya hêzên Yemenê. Navenda medyaya leşkerî ya Yemenê jî dîmenên operasyonên hêzên Yemenê ji bo derxistina leşkerên Siûdî ji çend cihên di nav rêzeçiyayên stratejîk ên Kehbûbê de, ku li rojhilatê Tengava Bab el-Mandebê ne, weşand.