Elî Baqirî: Idî em bawerîya xwe li sozên kaxizî yên Amerîkayê naynin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i361264-elî_baqirî_idî_em_bawerîya_xwe_li_sozên_kaxizî_yên_amerîkayê_naynin
Cîgirê Sekreterê Encûmena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê, diyar kir: Di sal û nîvê borî de, Amerîkiyan bi paşvekişîna ji sozên xwe, her çar qonaxên danûstandinan têk birin. Lewma, mafê Komara Îslamî ya Îranê ye ku berî destpêkirina qonaxeke nû ya dîplomasiyê xwe nespêre sozên nivîskî yên Amerîkiyan.
(last modified 2026-11-07T10:25:47+00:00 )
Tesrîn 07, 2026 09:52 Asia/Tehran
  • Elî Baqirî: Idî em bawerîya xwe li sozên kaxizî yên Amerîkayê naynin

Cîgirê Sekreterê Encûmena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê, diyar kir: Di sal û nîvê borî de, Amerîkiyan bi paşvekişîna ji sozên xwe, her çar qonaxên danûstandinan têk birin. Lewma, mafê Komara Îslamî ya Îranê ye ku berî destpêkirina qonaxeke nû ya dîplomasiyê xwe nespêre sozên nivîskî yên Amerîkiyan.

 

Elî Baqerî, her wiha got: "Divê Îran bi awayekî rasterast şahidê gavên pratîk û berbiçav ên Amerîkayê be; tenê dema ku ev gav bên rakirin, wê demê zemîna vekirina rûpeleke nû dê amade bibe."

Cîgirê Sekreterê Encûmena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê, bi amajekirina bi hevdîtina Muhsin Rizayî, Sekreterê Encûmena Bilind a Ewlehiya Neteweyî, û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn de u destnîşan kir: "Peymanên ku di vê hevdîtinê de derbarê veguhastina gaza Rûsyayê bo Îranê û Korîdora Veguhastinê ya Bakur-Başûr de hatine îmzekirin, planên stratejîk in. Ev proje wan xeyalên şaş ên hin hêzan ji wan Amerîkayê pûç dikin ku bawer dikirin dikarin bi serkeftî zextê li ser Komara Îslamî ya Îranê bikin."