Meşa gelê Behreynê ji bo piştgirîya ji alimên dînî yên desteserbûyî
Li çend bajar û herêmên Bahreynê, xelkê ji bo piştgiriya ji alimên dînî yên Şîe yên girtî û li dijî dadgehkirina wan, xwepêşandan li dar xistin.
Ev xwepêşandan beriya dadgehkirina alimên dînî yên vî welatî ku yê 8ê Mijdarê ji hêla rejîma Binemala Xelîfe va were pêkanîn, hat lidarxistin û ev xwenîşandana di heman demê de li gorî ragihandina amadebûna komên gelanî ji bo lidarxistina Roja Hêrsa Gelanî hat lidarxsitin.
Şeva Înê, niştecihên Duraz, Karababad, Merx, Abu Sebye, Samahîc, Kerane, Hecer, Şehrikan û Girava Setreyê , ji bo nîşandana piştgiriya xwe ya ji bo alimên dînî yên ku li Bahreynê hatine girtin, meş û civîn li dar xistin.
Beşdaran bi durişman piştgirî dan alimên girtî u daxwaza bidawîanîna dozên dadwerî yên li dijî wan kirin, û li dijî tiştên ku wekî "dadgehkirinên mezhebî" û "armancgirtina civaka Şîe ya Bahreynê" bi nav kirin, nerazîbûna xwe nîşan an.