Kanûn 04, 2022 14:40 Asia/Tehran
  • Berxwedana Filistînê: Em ê 'Ben-Gvir' teror bikin

Berxwedana Filistînê gef terorê li 'Itamar Ben-Gvir' wezîrê zêdegav ê Rejîma Siyonîst di pêşerojê da ku daxwaza koçandina filistîniyan ji welatê Filistînê dike, xwar.

Li gorî rapora malpera Rai Al-Youm'ê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê gefa mirinê li Itamar Ben-Gvir xwar û ragihand ku Ben-Gvir dê tûşî çarenûsa Rehebam Zeyîvî (wezîrê geştyariyê yê Rejîma Siyonîst ku sala 2001ê hat terorkirin) bibe.

Tariq Izedîn Berdevkê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê tekez kir, Zêdegavî û cinayetên her rojî yên Rejîma Siyonîst li dijî gelê Filistînê nîşan dide ku dagirker zimanekî ji bilî zimanê zorê tê nagihêjin û ew ê tenê bi rêya berxwedanê ji axa Filistînê derkevin.

Izeddîn her wiha got: Tayînkirina Ben-Gvir wek wezîrê ewlehiya navxweyî yê Rejîma Siyonîst li kabîneya bê ya Binyamîn Netanyahû dê pêvajoya jinavçûna dagirkeran bilezîne.

Koma Berxwedana Filistînê ya bi navê Erîn El-Eswedê jî tevî gefxwarina li Ben-Gvir ragihand, ew berpirsê şehîdkirina çend hemwelatiyên filistînî li Qiraxa Rojavayî ya Çemê Udinê di vê dawiyê da ye.

Binyamîn Netanyahû serokwezîrê erkdarkirî yê Rejîma Siyonîst dil heye kabîneyeke rastgirên dînî ava bike; Vê yekê hin nîgeranî li hundirê vê rejîmê jî pêk anîne.

 

Serepeyv