Çile 28, 2026 17:22 Asia/Tehran

Ser-rêvebirê Weareta Tenduristîyê ya Filistînê li Xezzeyê got: Em bi karesateke tenduristîyê ra rûbirû ne û li Xezzeyê jînosayda bêdeng didome.

Nebûna xwarekê û bedxworakî li Zîvala Xezzeyê gefê li canê zêde ji 2 milyon u 400 hezar kesî dixwe û dilnigeranbûna derheq bedxworakîya giran nemaze di nav zarokan da zêde dibe. Li gorî amarên fermî zêde ji 65 hezar zarok li Zîvala Xezzeyê ji ber bedxworakîyê dinalin.

Munîr Bereş Ser-rêvebirê Wezareta Tendusirtîyê ya Filistînê li Zîvala Xezzeyê got: Pirsgirêka sereke eva ye ku milyonek u 300 hezar kes li Zîvala Xezzeyê di rewşeke dijwar da dijîn. Ji destpêka meha Çillê va heta nika 9 haletên tûşbûna bi Tayê hatine tomarkirin ku hegera vê nexweşîyê jî bedxworakî u lawazbûna sîstema ewlehîyê ya laşê merivan e. Bereş pêgirî kir ku idî li Xezzeyê meriv tenê di encama bombebaranan da namirin, belkî welatî ji ber birsîbûn, serma u seqem, nebûna sitar û dermîn jî can didin. Munîr Bereş herwiha got: Di encama gemarbûna avê, bedxworakî û lawazbûna sîstema ewlehî ya laşê merivan da nexweşî û vîrûs berbelav bûne. Ser-rêvebirê Wezareta Tendusirtîyê ya Fiilstînê li Zîvala Xezzeyê got: Tişta ku li Xezzeyê diqewime, meriv nikare bêje ku karesateke xwezayî û asayî ye, belku karesateke merivî ye ku encama dagirkerî, dorpêçkirin, şer u bêdengîya civaka navdewletî ye. Ser-rêvebirê Nexweşxana Zarokan li Komavahîya Dermankirinê ya Nasirê jî got ku jiberçûna zarokan a di encama bedxworakîya jinên ducanî da rabûye du qatî û Rêxistina Hawargiheştin u Rizgarkirinê ya Xezzeyê jî derbara karesata merivî ya bêmînak li vê herêmê da hişyarî da.

 

 

Serepeyv