Piştgiriya Îranê ji bo pêşkeftina danûstandinên aşitiya Yemenê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i325406-piştgiriya_Îranê_ji_bo_pêşkeftina_danûstandinên_aşitiya_yemenê
Şêwirmendê Taybet ê wezîrê karên derve yê Îranê di karûbarên sîyasî yên taybetî de tekez kir ku Îran piştgirî dide pêşveçûna danûstandinên aştiyê li Yemenê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 05, 2021 17:26 Asia/Tehran
  • Piştgiriya Îranê ji bo pêşkeftina danûstandinên aşitiya Yemenê

Şêwirmendê Taybet ê wezîrê karên derve yê Îranê di karûbarên sîyasî yên taybetî de tekez kir ku Îran piştgirî dide pêşveçûna danûstandinên aştiyê li Yemenê.

Li gor IRNAyê, Şêwirmendê Taybet ê wezîrê karên derve yê Îranê di karûbarên sîyasî yên taybetî de Elî Esxer Xacî îro duşemê di dewama şêwirkarî û danûstandinên Komara Îslamî ya Îranê derbarê çariseriya krîza Yemenê de bi muzakirekirê payebilind ê Hikûmeta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê, Muhemed Ebdulselam re bi têlefonê peyivî.

Di vê hevpeyvînê deher dualiyan bûyer û guhertinên dawiyê yên derbarê aştiya li Yemenê de hilkolandin.

Xacî pesnê pêşveçûnên muzakireyên aştiyê yên Nûnerê Taybet ê NY li Yemenê Martin Griffiths derbarê krîza Yemenê da û got: "Em hêvî dikin ku berxwedana qehremanane ya gelê Yemenê bigihêje vê encamê ku  dorpêça zalimane were rakirin û aştiyeke dadperwerane û mayinde pêk were. "

Hewldanên dîplomatîk ên Îranê yên herî dawî ji bo çareserkirina qeyrana keştiya neftkêş a Safer mijara din a vê hevpeyvînê bû.

Muhemed Ebdulselam jî di vê hevpeyvînê de sipasiya piştevaniya siyasî ya Komara Îslamî ya Îranê ji Yemenê kir û hin agahî derbarê  guhertin û geşedanên vê dawiyê yên ser muzakireyên aşitiyê yên Yemenê dan.