Rêkeftina li ser çar cîgirên Serokwezîrê Iraqê, pişka kurdan, Beşa Peywendiyên Derve
Çavkaniyên Iraqî derbara rêkeftina rêveberiya hikûmetê li ser destnîşankirina çar cîgiran jibo Serokwezîrtiya Iraqê agahî dan; sê cîgir ji tevgerên erebî û cîgirek ji nav kurdan dê werin hilbijartin.
Li gorî vê rêkeftinê, Lêys Xezelî, Cîgirê Serokezîr di karûbarên xizmetguzar û avedankirinê, Muhsin Mendelawî di karûbarên aborî û geşepdanê û Muhemed Temîm di karûbarên nift û elektrîkê bin û Cîgirê çarem berpirsê karûbarên giştî yên Peywendiyên Derve be ku aliyên kurd hîna li ser berbijartiya wê li hev nekirine. Çavkaniyan her wiha ragihandin ku kabîne hema hema tijî bûye û tenê li wezareta Navxwe nakokî heye. Biryar e Cîgirên Serokwezîr û wezîrên din di civîna bê ya parlemanê yekcî jibo dengwergirtinê bên nasandin. Ev rêkeftin di rewşa qeyrana aborî ya Iraqê rastî berteka nerênî ya hin derûdorên siyasî û civakî hatiye.