Amerîka zêde ji 5 hezar mûşekên Patiryot difroşe çend welatên Ereb
Ajansa nûçeyan a Reutersê ragihand: Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê firotina 5 hezar û 250 mûşekên şopandinê yên sîstimên Patiryot bo çend welatên Ereb piştrast kiriye.
Di rapora Reutersê de hatiye: Biryar e ev mûşek bo Behrêyn, Koweyt, Qeter û Imaratê bên firotin ta ku careke din zimhêrên xwe yên mûşekî bikemilînin. Vê raporê herwiha amajeyî vî yekî kiriye ku heta piştî şik û gumanên Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê li ser raberkirina îzna çêkirina mûşekên şopandinê yên Patiryot bo Ûkraynê, muzakireyên Amerîkayê bi KIyêvê re di vî warî de berdewam in û herwiha ragihand: Ev muzakire wê bijareyekî bigirin ber xwe ku anegorî wê çêkirina hin tîkeyên hestyar ji bo mûntajkirina dawîn a van mûşekan bo welatekî ewrûpî bê radestkirin.
Anegorî vê raporê Artêşa Amerîkayê meha buhurî peymanek bi wasî 58 Mîlyard û 600 Mîlyon Dolaran ji bo berhemanîna mûşekên şopandinê yên Patiryot, daye Lakhîd Martînê.