Emîr Cehanşahî: Piyê leşkerê Amerîkî vebe Îranê, em ê wê jê bikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i359496-emîr_cehanşahî_piyê_leşkerê_amerîkî_vebe_Îranê_em_ê_wê_jê_bikin
Fermandê Hêza Bejahî ya Artêşa Îranê got: Em bi tevahî amade ne û em ê bersiveke vebir bidin gefên bejahiyê.
(last modified 2026-08-09T15:32:08+00:00 )
Tebax 09, 2026 18:22 Asia/Tehran
  • Emîr Cehanşahî: Piyê leşkerê Amerîkî vebe Îranê, em ê wê jê bikin

Fermandê Hêza Bejahî ya Artêşa Îranê got: Em bi tevahî amade ne û em ê bersiveke vebir bidin gefên bejahiyê.

Emîr sertîp Elî Cehanşahî tekezî li ser amadetiya tam a hêzan jibo rawestana li ber her gefekê kir û got: Yekîneyên hêza bejahî berdewam liv û tevgerên dijmin dişopînin û bi qawet sînorên welêt diparêzin û ger dijmin her kiryarekî bike dê rastî bersiva vebir û pêşîlêgir were. Wî bal kişand ser perwerdeyên pisporî û leşkerî yên hêzên bejahî û got: Şiyan û zirûfa rastîn a dijminan jibo raya giştî eşkere bûye û Hêzên çekdar ên Komara Îslamî jibo rawestana li himberî cureyên gefan bi tevahî amade ne. 

Fermandê Hêza Bejahî ya Artêşa Îranê destnîşan kir: Piyê leşkerê Amerîkî vebe Îranê, em ê wê jê bikin. Cehanşahî her wiha bal kişand  ser piştgiriya gelê Îranê ji hêzên çekdar û got: Ev piştgirî, li kêleka şiyanên berevaniyê, ji faktorên sereke yên hêz û qaweta pêşîlêgirtinê ya welêt e.