Êrişa leşkerên Siyonîst ser başûrê Sûriyê
Tebax 09, 2026 18:15 Asia/Tehran
Çavkaniyên nûçeyan derbara êrişa leşkerên rejîma Siyonîst ser gundê Meiriyê li derdora rojavayî ya Derayê li başûrê Sûriyê agahî dan.
Sê zirihpûşên artêşa rejîma Siyonîst hevdem digel geştên keşfê ketin nav vî gundî û leşkerên Siyonîst beriya ku ber bi qereqola Cezîreyê ve paşde vekişin, ciwanekî sûrî desteser kirin.
Rejîma Siyonîst ev demek e êriş û destdirêjiyên xwe li başûrê vî welatî zêde kiriye û hin beşên wê ji wan bilindahiyên stratejîk ên Cebel Şêxê dagir kiriye.
Li gorî nûçeyek din, çavkaniyên sûrî derbara kuştina leşkerî artêşa hikûmeta demkî ya Sûriyê û birîndarbûna 2 kesên din di encama êrişa çekdarên nenas li ojhilata Dêrezorê agahî dan.
Serepeyv