Pêşdaçûna leşkerên sîyonîst li başûra Sûrîyê
Îlon 26, 2026 14:12 Asia/Tehran
Leşkerên Rejîma Sîyonîst di bin sîya bêdengîya hikûmeta demkî ya Colanî da, careka din êrişî başûra Sûrîyê kirin û bi awayekî perrate gulle avêtin.
Medyayên sûrî ragihandin ku komeke leşkerên Rejîma Sîyonîst dema pêşdaçûna ber bi navça Wadî Reqqadê li derdora rojavaya Derayê, bi awayekî perrate u bê armanc gulle reşandin. Ev destdirêjîya ser axa Sûrîyê bûye sedema dilnigeranbûna gelê Sûrîyê.
Li gorî vê raporê, leşkerên Rejîma Sîyonîst herwiha herêma Yermûk u bajarokê Abidînê dan ber top u reşaşeyan.