Ensarullah a Yemenê: Em ê mafên xwe bi hêz bistînin
Hizam Esed, endamê payebilind ê Ensarullah a Yemenê bi rexneya ji karên Konseya Ewlehiyê ya NY li hember êriş û dorpêça Yemenê û karesata mirovî ya li Xezzê got: Ya ku bi zorê hatiye istandin tenê bi zorê wê bê vegerandin.
Hizam Esed, di peyamekî li X`ê de nivîsî: Gelê me bi palpiştiya li Xwedê, wê mafên xwe bistîne, dorpêçê têk bide û bi hêz û qawet serxwebûna xwe ya tam bi dest bixe.
Endamê Polîtboroya Tevgera Ensarullah a Yemenê got: Daxuyaniyên Konseya Ewlehjiyê ya NY ku di mideha 12 salan di warê helwêsta mafê li hember dorpêçkirina Yemenê de, êrişa ser gelê wê, karesata herî mezin a ji ber wê, sekinandina jînosayda xelkê Zîvala Xezzê û helwêsta li hember êrişa Amerîkayê û Rejîma Siyonîst ser welat û netewên îslamî de lawaz bûye, hêzayî baldariyê nînin.