Tîrmeh 09, 2025 16:47 Asia/Tehran
  • Lapîd bi giranî Netanyahu da ber rexneyan

Serokê opzosyona Rejîma Siyonîst got ku Binyamîn Netanyahu serokwezîrê vê rejîmê rê li ber lihevkirina bi Hemasê ra li Xezzeyê digire.

Yair Lapid gotiye: Heta ku em kesekî ji bo rêvebirina Xezeyê peyda nekin em ê ji Hamasê rizgar nebin. Niha divê em ji Xezzeyê derkevin û li herêma navbirr bi cih bibin da ku ewlehiya deverên li kêleka Xezeyê dabîn bikin.

Lapid her wiha got: Ez hêvî dikim ku hevdîtina  Netanyahu ya bi Serokomarê Amerîkayê Donald Trump re ku duh pêk hat, bibe sedema rêketina derheq lihevguhertina girtiyan  ji ber ku Waşington girîngiyê dide vê yekê û niha şêrr ti xêra xwe ji bo Îsraîlê tine. Eva di halekî de ye ku gerra pêncem a muzakirên nerasterast di navbera Rejîma Siyonîst  û Hamasê de şeva sêşemê bêyî pêşveçûn bi dawî bû.

Serepeyv