Rêberê Şoreşê: Çi elaqa xwe bi Amerîkayê re heye ku Îranê pîşeya navokî heye yan tine
Rêberê giranqedr ê Şoreşa Îslamî di hevdîtina li gel bi sedan qaremanên çiqên curbicur ên werzişî û kesên di olempiyadên zanistî yên cîhanê de mîdal bi dest xistine de, van kesên hêjayî şanaziyê, nîşana pêşketin û hêza netewî dan zanîn.
Rêberê Şoreşê di hevdîtina li gel bi sedan qaremanên çiqên curbicur ên werzişî û kesên di olempiyadên zanistî yên cîhanê de mîdal bi dest xistine de, xitabî wan got: We misoger kir ciwanên hêvîçêkir ên Îrana ezîz wekî sembola gel, ev hêza hene li ser lûtkeyan bisekinin û bala mejî û çavên cîhanê ber bi atmosfer û rewşa zelal a Îranê ve bikişînin.
Wî got: Mîdalên we anegorî mîdalên demên din, pûenek zêdetir hene; ji ber ku we ew di rewşekî de bi dest xistine ku dijmin di şerrê nerm de, hewl dide xelkê xemûk û ji şiyanên xwe xafil yan bêhêvî bike, lê we bi nîşandana şiyan û hêza gel, di qadê de bersiva herî qahêm da wê.
Hezretê ayetullah Xamineyî amajeyî quldirî û gotiyên pûç ên vê dawiyê yên serokomarê Amerîkayê kir û got: Ev kes hewl dide bi serederiya sivik û derewên zav ên li bara navçe, Îran û xelkê Îranê, moralê bide siyonîstan û xwe bihêz nîşan bide. Lê eger bi hêz e bila here û bi mîlyonan kesên ku di gişt eyaletên Amerîkayê de dijî wî dirûşman didin, aram bike.
Hezretê Ayetullah Xamineyî qada şêrrê zanistê, yek ji warên aşkera yên pêkhînerê şanaziyê yên ciwanên welêt da zanîn û amajeyî hebûna Îranê di nava deh pileyên yekem ên di warê lêkolîn û zanistên cîhanê di çiqên curbicur ji wan di Nano, Lazer, Navokî, pîşeyên leşkerî yên curbicur û pêşkevtinên pizişkî kir û got: Hema çend rojan berî nika min nûçeyeka pirr girîng bihîst li ser viya ku navendekî lêkolînê ya welêt kariye ji bo nexweşiyeka bêderman, dermanekî peyda bike.
Hezretê ayetullah Xamineyî çalakiya dijmin bona girtina pêşiya pêşketinên curbicur ên zanistî yên Îranê got: Xêrnexwezên gelê Îranê herwiha hewl didin bi înkarkirin yan jî nîşan nedana hin serkevtinan, tevlîkirina rast û derewan, mezin nîşandana hin kêmasiyan û şantajê şert û mercên Îranê nebaş nîşan bidin lê we bi sekinîna li ser lûtkeyên werziş û zanistê, rewşa ronahî û xweş a welêt nîşanî hemiyan da.