Hevdîtina El Erecî tev Larîcanî
Şêwirmendê ewlehiya netewî ya Iraqê bi sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Netewî ya Îranê re hevdîtin û gotûbêj pêk anî.
Qasim El Erecî, şêwirmendê ewlehiya netewî ya Komara Iraqê berî êvara îro bi Elî Larîcanî, sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Netewî ya Îranê û şêwirmendê rêberê giranqedr ê Şoreşa Îslamî re hevdîtin û gotûbêj pêk anî.
Şêwirmendê ewlehiya netewî ya Iraqê, sibeha îro di serê taximeka siyasî û ewlehiyê bi pêşwaziya Mûsa Elîzade Tebatebayî, serokê Dayireya Kendava Farsê ya Wezareta Karên Derve, derbasî Têhranê bû.
Vî rayedarê iraqî li ser vexwendina Elî Larîcanî, sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Netewî ya Îranê seredana Têhranê kiriye û biryar e di vê seferê de bi hejmareka din a rayedarên siyasî yên welatê me re jî bişêwire.