Pêhişyariya Hizbullahê li ser her cure nihêrîna asayîkirina peywendiyên bi siyonîstan re li Libnanê
Nûnerê payebilind ê Hizbullahê pêhişyarî da ku berbuhuriya hevhatinên ereban bi dagirkiran re misoger dike ku pilanên aştiyê yên amerîkî û siyonîstî di rastiyê de pilana teslîmbûn û jinavçûna desthilatdariyan e
Hesen Izedîn, endamê payebilind ê Firaksiyona Emekdariya li Berxwedanê li Parlimana Libnanê, ji bilî pêhişyariya li ser her gotûbêjekî li bara asayîkirina peywendiya bi siyonîstan re ragihand: Berxwedan ji dema ku di sala 1982`an de û di mideha 18 salan de bêyî rawestan, lawazbûn yan paşdakişiyanekê karî derbeyên giran li dagirkiran bixe.
Hesen Izedîn herwiha got: Berxwedan ji ber fîdakariyên şervanan û xweragiriya xelkê xwe karî di sala 2000`î de Libnanê azad bike û hevkêşiya xwe ya pêşîlêgirtinê misoger bike û hertim asta sozdarî û girêdayîbûna xwe ya li berjewendî û mezinatiya netewî nîşan daye. Hesen Izedîn pêgîrî kir: Berxwedanê hevkêşiyên rastbîn pêk anîne ta ku istiqrar û refahê diyarî bide Libnanê û ji ber wê biavahî ji nû ve hatin avakirin.