Cotmeh 18, 2025 18:05 Asia/Tehran
  • Serokê Fraksyona Wefadarîya Bo Berxwedanê li Libnanê: Hizbullah zindî û xurt e

Serokê Fraksyona Wefadarîya Bo Bereya Berxwedanê li parlimana Libnanê amajeyî vê yekê kir ku şehîd Seyîd Hesen Nesrullah hertim di xema umeta islamê da bû û dîyar kir: Hizbullah tevî şehîdbûna Seyîd Hesen zindî û xurt e.

Mihemed Re`d got: Dagirkerên sîyonîst dixwestin ku kêlîya şehîdbûna Seyîd Hesen Nesrullah dawîya Hizbullahê ê kêlîya têkçûna berxwedana islamî li Libnanê be. Êrişa ser Seyîd Hesen Nesrullah di rastîyê da êrişa ser hemî Hizbullahê bû. Mihemed Re`d pêgirî kir ku sozdarîya Hizbullahê derheq berxwedana himber dagirkerîya Rejîma Sîyonîst u sekinîna himber wê hela jî didome. Wî got ku Hizbullah hewlên dijmin ji bo jinavbirina wê tevgerê piçûk u tirrane dibîne ku yê ti encamekê bi dest nexe û nika Hizbullah di qonaxa sebra istiratejîk da ye. 

Serepeyv