Hevserkê DEM Partiyê: Hêviyên me ji pêvajoyê hene
Cotmeh 20, 2025 20:00 Asia/Tehran
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê got, pêngava aşitî û çreseriyê li Tirkiyê nîşan daye ku aştî tenê bi têkoşîna hevpar a hemû hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê pêkan e
Tuncer Bakirhan bal kişand ser pêşhatên dawî yên pêvajoyê û helwesta hikûmetê û got: Bêdengiya desthilatê û helwesta wê ya nezelal a derbarê pêvajoyê de, aloziya di nava civakê de zêdetir dike.
Tuncer Bakirhan behsa girtina Ekrem Îmamoglu û operasyonên li ser şaredariyên CHP`ê jî kir û got: Di vê qonaxê de derketiye holê ku ev rewş çiqasî şaş bû. Divê aqilê ku vê operasyonê birêve dibe, êdî dev ji vê rewşê berde.