Opozîsyona Rejîma Siyonîst: Netanyahu metirsiyek dijî Îsraîlê ye û divê wêde here
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i354337-opozîsyona_rejîma_siyonîst_netanyahu_metirsiyek_dijî_Îsraîlê_ye_û_divê_wêde_here
Hevgavê zêdebûna rexneyên dijî Netanyahû, serokwezîrê Rejîma Siyonîst, tevgera opozisyona rejîmê daxwaza wêdebirina wî kir.
(last modified 2025-04-21T12:02:58+00:00 )
Nîsan 21, 2025 15:14 Asia/Tehran
  • Opozîsyona Rejîma Siyonîst: Netanyahu metirsiyek dijî Îsraîlê ye û divê wêde here

Hevgavê zêdebûna rexneyên dijî Netanyahû, serokwezîrê Rejîma Siyonîst, tevgera opozisyona rejîmê daxwaza wêdebirina wî kir.

Piştî eşkerekirina nameya Ronîn Bar, serokê Rêxistina Ewlehiya Navxweyî -Şabakê- bo Dadgeha Bilind, tevgera opozisyona Rejîma Siyonîst, Netanyahu wek metirsiyek dijî ewlehiya vê rejîmê da zanîn.

Yair Lapid, rêberê opozîsyona  Rejîma Siyonîst got: Gotinên serokê Şabakê îsbat dikin ku Netanyahu ji bo ewlehiya Îsraîlê metirsî ye û nabe li posta serokwezîrtiyê bimîne.

Yaîr Golan, serokê Partiya Demokrat a Siyonîst a opozisyonê,  derbarê vê meselê de got: Netanyahu rasterast gefek dijî ewlehîiya Îsraîlê  û serweriya qanûnê ye û divê demildest were wêdebirin.