Nûçeyên dijhev derbarê biryara Tirkiyê jibo avakirina binkeya leşkerî li Omanê
Tebax 01, 2020 18:16 Asia/Tehran
Çavkaniyeke agah qala gotûbêjên pêşketî yên Tirkiye û Omanê û ihtimala damezirandina binkeya leşkerî ya Tirkiyê li Omanê kir.
Li gorî rapora Fars Newsê ji zarê malpera El-Xelîc El-Cedîdê, Çavkaniyeke agah li Kendava Farisê got ku gotûbêjeke pêşketî navbera Tirkiye û Omanê heye; Lê hîn wan li hev nekirine.
Ji aliyê din va, Îbrahîm Karxol, sernivîskarê rojnameya Yenî Şefeqê ku nêzikî aliyên biryarder li Tirkiyê ye, ev gotûbêj wek "Kiryareke Mezin" bi nav kir.