Cinayeta nû ya Se`ûdîyan li Yemenê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i360464-cinayeta_nû_ya_se_ûdîyan_li_yemenê
Di encama êrişa balafirên cengê yên artêşa Erebistanê ser bajarê Muxa li rojavaya parêzgeha Te`iz a Yemenê da, 14 welatî ji wan çend zarok hatin şehîdkirin u birîndarkirin.
(last modified 2026-09-22T14:56:13+00:00 )
Îlon 22, 2026 18:24 Asia/Tehran
  •  Cinayeta nû ya Se`ûdîyan li Yemenê

Di encama êrişa balafirên cengê yên artêşa Erebistanê ser bajarê Muxa li rojavaya parêzgeha Te`iz a Yemenê da, 14 welatî ji wan çend zarok hatin şehîdkirin u birîndarkirin.

Li gorî daxûyanîya Wezareta Tenduristîyê ya Yemenê; Di vê êrişê da binesazîyên sivîl bûn armanc û ev yek enqestbûna êriş u cinayetê diselimîne. Ev cinayeta beşeke sîyaseta darêştî ya destdirêjkerên Se`ûdî ye ku sivîlan u binesazîyan dike armanc u cinayeteke cengê ya tekûz tê hesêb. 
Berdevkê Hêzên Çekdar ê Yemenê jî got: Hejmara êrişên hewayî u bi mûşekan ên destdirêjkerên Se`ûdî ji destpêka dewra nû ya gêreyan va, rabûye 197 êrişî. 
Yehya Serî herwiha got: Ev destdirêjîya berfire u cinayetkerane, ni alîkarîya Xwedê yê bêbersiv nemîne. Rêxistina Navdewletî ya Koçberîyê jî ragihandîye ku nêzî 130 hezar kes di çend hefteyan da aware bûne.