2 leşkerên din ên sîyonîst li Xezzeyê hatin kuştin
Îlon 26, 2026 12:07 Asia/Tehran
Artêşa Rejîma Sîyonîst mukur hat 2 leşekrên din ên vê rejîmê di encama teqîna xwofirrê da li Zîvala Xezzeyê hatin kuştin.
Artêşa Rejîma Sîyonîst mukur hat, 2 leşekrên vê rejîmê di dema teqîna xwofirreke vê artêşê u jordaketina wê di nav konên leşkerên vê rejîmê yên li Xezzeyê da hatin kuştin.
Medyayên Ibrî ragihandin ku 2 pilledarên zimhêr ên artêşa Rejîma Sîyonîst bi navên Neddaf Kalî û Ofik Mu`ellim 2 xwofirr kontrol dikirin ku yek ji wan li binkeya wan xwe jorda ket. Dema ew ber bi xwofirrê va çûn, bi hegerên hê ne dîyar in, xwofirr teqîya û ew li binkeya leşkerî ya Beyt Hanûnê li bakura Zîvala Xezzeyê hatin kuştin.