Bafil Talibanî: Welatên rojavayî basa demokrasiyê dikin di halekî da ku Xezze wêran e
Tebax 28, 2025 18:45 Asia/Tehran
Serokê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê got: Welatên rojavayî çawan dikarin basa demokrasiyê bikin di halekî da ku bûyerên Xezzê dibînin.
Bafil Talibanî di civîna Silêmaniyê bi rexneya tund a ji welatên rojavayî got, hevgavbûna axiftina ji demokrasiyê û berçavnegirtina cinayetên nika yên li Filistînê, newekheviyeke aşkera ye. Bafil herwiha got: Çawan dibe ku welatên ewrûpî îznê bidin ev cinayet îro rojê li Filistînê biqewimin, di halekî da ku basa demokrasiyê jî dikin.