Cotmeh 19, 2022 20:31 Asia/Tehran
  • Li parêzgeha Silêmaniyê bombeyek vedayî bi hêzên Komando de teqiya

Li gundê Qumpalkê yê li parêzgeha Silêmaniyê bombeyeke vedayî bi hêzên Komando de teqiya, di encamê de kesek hat kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Kedkarekî nexweşxanê ji K24ê re got, îro danê sibê 19ê Cotmeha 2022an li gundê Qumpalkê yê li navçeya Zinane ya Silêmaniyê, bombeyek di otomobîleke hêzeke Komando de teqiya, di encamê de kesek hat kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, di nava birîndaran de fermandarê hêzên Komando Akam Omer û efserekî din jî hene.

Li gorî zanayriyan, Birîndar bi helîkopterê ji bo Nexweşxana Firyadê ya bajarî Kelarê hatin rakirin, piştî ku dermankirina destpêkê ji wan re hatin kirin, ew rakirin nexweşxanên Silêmaniyê.

Serepeyv