Îlon 19, 2022 13:40 Asia/Tehran
  • Gotinên li ser diyarbûna berendamê kurdan ji bo serokomartiya Iraqê

Endamekî Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) qala diyarbûna berendamê partiyên kurd ên vî welatî ji bo serokomartiyê kir.

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya malpera Middle East Newsê, Elî Feylî, endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) got: Di roja dawiyê ya gotûbêjan da biryar hat dayîn ku di hevdîtina navbera Mesûd Barzanî serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) û Bafil Talebanî serokê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) da, berendamê dawiyê ji bo serokomartiyê were nasandin, lê ev hevdîtin li ser daxwaza YNK'yê hatiye paşdaxistin.

Feylî got: Kurdên Iraqê derbarê hebûna li Parlimana Iraqê bi berendamekî ji bo serokomartiyê hevdeng in û lihevkirinên di vî warî da hema bêje gihîştine qonaxa dawiyê û heta navê berendamê dawiyê jî diyar bûye, lê ji ber rewşa siyasî ya li welêt, carê dê bi awayê fermî neyê ragihandin.

Feylî tekez kir: Beşek ji meseleyê girêdayî bi hewildanên ji bo şandina taximeke hevpar bo hevdîtina bi Muqteda Sedir ra ye.

Vî endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) her wiha got: Muhemed Şiya' El-Sûdanî berendamê Çarçoveya Hevahengiya Şîeyên Iraqê ji bo serokwezîrtiyê kesayetiyekî nasyar e ku kêşeya tu kesî pê ra tune û kêşe di navbera Çarçoveya Hevahengiyê û Tevgera Sedir da ye.

Serepeyv