Îlon 09, 2022 21:11 Asia/Tehran
  • Bersiva PDK'yê bo daxwaza Sedir ji bo hilweşandina parlimanê

Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) ragihand ku vedibijêre biryareke hevpar ji aliyê komên siyasî va derbarê mijara hilweşandina parlimanê were dayîn.

Muqteda Sedir, Rêberê Tevgera Sedir a Iraqê ji hevpeymanên sune û kurd û kesayetiyên serbixwe xwestiye ku ji parlimanê vekişin. Li gorî gotina Seir, bi vekişiyana wan, dê parliman rewatiya xwe ji dest bide û were hilweşandin.

Li gorî rapora roja Înê ya Shafagh Newsê, Mehmûd Muhemed, berdevkê fermî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) wek berteka bo daxwaza Muqteda Sedir, got: Heta niha gotûbêjeke bi vî awayî derbarê mijara hilweşandina parlimanê pêk nehatiye.

Berdevkê fermî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) bi gotina vêya ku baştir e derbarê mijarên wiha biryareke hevpar bi rêya gotûbêjê were dayîn, got: Rewşa niha ya Iraqê pêwîst dike ku hemû ji bo çareserkirina qeyranê û derketina ji asêbûna siyasî û damezirandina dewleta bê hewil bidin.

Hêjayî gotinê ye ku Muqteda Sedir li ser mayîna serokomar û serokwezîr di dewleta demkî da ji bo çavdêriya li ser hilbijartina berwext an jî bi alîkariya aliyên iraqî û navneteweyî tekez kiriye.

 

Serepeyv