Tîrmeh 26, 2022 09:55 Asia/Tehran
  • Dîsa bi mûşekan êrîşî santrala gazê ya Kormorê li Herêma Kurdistanê kirin

Hat ragihandin ku dîsa bi mûşekan êrîşî santrala gazê ya Kormor a Çemçemal a Silêmaniyê hat kirin û zengila agahdariyê tê lêdan. Çavkaniyekî ji Rûdawê re ragihand ku êrîş êvariya borî beriya saet 20:00an pêk hatiye.

Qaymeqamê Çemçemalê Remik Remezan ji Rûdawê re ragihand ku bi 3 mûşekan êrîşî santrala gazê ya Kormor a Çemçemala Silêmanî ya Herêma Kurdistanê hatiye kirin û lêkolîna li ser êrîşa dest pê kiriye, heta niha ziyan ne diyar in.

Li aliyê din, çavkaniyekî ewlehiyê ku nexwest navê wî were eşkerekirin ji Rûdawê re ragihand ku ji ber mûşekan agir bi santralê ketiye û hewla kontrolkirinê didine.

Qaymeqamê Çemçemalê Remik Remezan her wiha şeva borî anî ziman, “Îro Duşemê di saet 19:50an de bi çend mûşekan êrîşî santrala gazê ya Kormor hat kirin. Tişta ku gihîştiye ber destê me ew e ku 3 mûşek hatine avêtin û ne diyar e ku mûşek ji ku ve hatine avêtin.”

Hat diyarkirin ku Hêzên asayîşê, polîs û hêzên din ên ewlehiyê gihîştine cihê bûyerê û lêkolînê li ser bûyerê dikin.

Roja Çarşema 22ê Hezîrana 2022an, yekem car bi mûşekan êrîşî santrala gazê ya Kormorê hat kirin.

Roja Înê 24ê Hezîrana 2022an jî careke din bi mûşekan êrîşî santrala gazê ya Kormorê hat kirin. Cîgirê Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê Ehmed Muftî wê demê diyar kiribû ku ti ziyanên canî çênebûne. Qaymeqamê nahyeya Qadir Kerem jî diyar kiribû ku mûşek ji heman cihê êrîşa yekam hatiye avêtin. Roja Şemiya 25ê Hezîrana 2022an cara sêyem bi mûşekan êrîşî santrala gazê ya Kormorê hat kirin û zengila agahdariyê hat lêdan.

Kormor gundekî nahyeya Qadir Kerem a ser bi navçeya Çemçemal a parêzgeha Silêmaniyê ye ku Dana Gas û Nefta Neteweyî ya Îmaratê li wir veberhênana gazê dikin û yek ji wan deveran e ku di warê samanên xwezayî bi taybetî neft û gazê de dewlemend e.

Serepeyv