Li gorî nûçeya çavkaniyên iraqî, Meydana gazê ya bi navê Kormor'ê li parêzgeha Silêmaniyê ketiye ber êrîşa bi roketan.
Hat ragihandin ku dîsa bi mûşekan êrîşî santrala gazê ya Kormor a Çemçemal a Silêmaniyê hat kirin û zengila agahdariyê tê lêdan. Çavkaniyekî ji Rûdawê re ragihand ku êrîş êvariya borî beriya saet 20:00an pêk hatiye.
Duh dîsa cardin êrîşeke mûşekî li dijî kêlgeha gazê ya Kormorê li Herêma Kurdistanê hat encamdan, ku ev di nava hefteyekê de êrîşa duyem e.