Hezîran 25, 2022 10:32 Asia/Tehran
  •  Êrîşeke din a mûşekî li dijî kêlgeha gazê ya Kormorê hat kirin

Duh dîsa cardin êrîşeke mûşekî li dijî kêlgeha gazê ya Kormorê li Herêma Kurdistanê hat encamdan, ku ev di nava hefteyekê de êrîşa duyem e.

Li gor zanyariyên Peyamnêrê K24ê, êrîşa li kêlgeha gazê ya Kormorê ya li Çemçemalê, bi mûşeka katyoşa hatiye kirin û di kampa kêlgehê de zengilê agahdarkirinê hat lêdan.

K24 eşkere kir ku mûşek li nava kampa kêlgehê ketiye xwarê û agir bi pûş û qirşikan ketiye.

Kompaniya Dana Gas a Îmaratî duh di daxuyaniyekê de ragihandibû, di êrîşa mûşekî ye yekem de ku bi ser kêlgeha gazê ya Kormorê ya li Herêma Kurdistanê hat kirin, du karmendên wan bi sivikî birîndar bûne.

Li ser êrîşa duh ya duyem, Rêveberê Nahiya Qadirkerem, Sidîq Mihemed ragihand, mûşek ji heman wê deverê hatiye avêtin ku roja çarşema borî, bi heman şêwe mûşek hat avêtin.

Sidîq Mihemed eşkere kir, ji bilî şewata pûş û qirşikan, ti ziyaneke canî derneketiye holê.

Kompaniya Dana Gas, li nahiya Qadirkerem a li sînorê navçeya Çemçemal a ser bi Silêmaniyê kar dike.

Serepeyv