Zerîf gihîşte Hewlêra Herêma Kurdistanê
Nîsan 27, 2021 19:43 Asia/Tehran
Wezîrê karên derve yê Îranê jibo hevdîtina bi rayedarên payebilind ên Herêma Kurdistanê gihîşte Hewlêrê.
Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê Kurdistan 24ê, Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê demek beriya niha derbasî balefirgeha Hewlêrê bû.
Zerîf piştî hevdîtina bi rayedarên dewletê û rêberên partiyên siyasî yên Iraqê li Bexdaya paytexta Iraqê, jibo hevdîtina digel rayedarên Herêma Kurdistanê çû vê herêmê.
Zerîfr li balefirgeha Hewlêrê ji aliyê Qubad Talebanî Alîkarê serokwezîr, Sifîn Dizeyî Berpirsê Pêwendiyên derve û Rêber Ehmed Wezîrê karên navxweyî yê Herêma Kurdistanê va hat pêşwzîkirin.