Bernameyên hikûmeta Iraqê bo xurtkirina serwerî û îqtidara welêt berdewam in
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i361574-bernameyên_hikûmeta_iraqê_bo_xurtkirina_serwerî_û_îqtidara_welêt_berdewam_in
Serokwezîrê Iraqê û Serokê Saziya Heşdi Şe‘bîyê, dawîn alûgorên navxweyî û derveyî û çareserîyên xurtkirina aramîyê li vî welatî hilkolandin.
(last modified 2026-11-22T16:30:04+00:00 )
Tesrîn 22, 2026 19:59 Asia/Tehran
  • Bernameyên hikûmeta Iraqê bo xurtkirina serwerî û îqtidara welêt berdewam in

Serokwezîrê Iraqê û Serokê Saziya Heşdi Şe‘bîyê, dawîn alûgorên navxweyî û derveyî û çareserîyên xurtkirina aramîyê li vî welatî hilkolandin.

 

Elî Falih Ez-Zêydî di hevdîtina xwe bi Falih El-Fiyaz, Serokê Saziya Heşdi Şe‘bîyê ra bi tekezkirina ser berdewamîya bernameyên hikûmetê bo xurtkirina serwerî û îqtidara welêt, ragihand ku têkoşîna li hember gendelîyê û pêşîlêgirtina destdirêjiyê li ser çavkanîyên neteweyî li seranserê Iraqê bi awayekî cidî yê bê şopandin.

Di vê hevdîtinê da, giringîya hevkarîyê bo xurtkirina aramîya navxweyî bi armanca pêşdabirina bernameyên pêşketin, aborî û sermayeguzariyê yên hikûmetê hat hilkolandin. Her du aliyan herwiha derbarê bernameyên xurtkirina şîyanên hêzên çekdar ên Iraqê di çiq û yekîneyên cûrbicûr da, ji wan saziya Heşdi Şe‘bîyê, gotûbêj kirin.