Tekeziya Iraqê ser helwesta xwe ya cidî û bingehîn bona piştgiriya Filistînê
Serokkomarê Iraqê di hevdîtina bi serokê Teşkîlata Xweîdareker a Filistînê re, ser helwesta cidî ya welatê xwe bona piştgiriya Filistînê tekez kir.
Ebdulletîf Reşîd, Serokkomarê Iraqê roja Sêşemê li bajarê Emmanê, paytexta Urdinê, bi serokê Teşkîlata Xweîdareker a Filistînê, Mehmûd Ebas re hevdîtin pêk anî. Li gorî daxuyaniya nivîsgeha Serokkomartiya Iraqê di vê hevdîtinê de her du aliyan derbarê têkiliyên navbera Iraq û Filistînê de û rêyên pêşxistina hevkariya hevbeş di warên curbicur de gotûbêj kirin.
Di hevdîtinê de, Reşîd ser helwesta xwe ya cidî û bingehîn bona piştgiriya gelê Filistînê û mafê wan ê rewa yê avakirina dewletek serbixwe de tekez kir û rewşa heyî ya li zîvala Xezzeyê û deverên din ên Filistînê wekî karesatek mirovî bi nav kir. Wî daxwaza zêdekirina hevkariya navneteweyî ji bo gîhandina alîkariya bilez ji gelê Filistînê re, dabînkirina pêdiviyên wan ên pizîşkî û xwarinê û her wiha banga pabendbûna civaka navneteweyî ser berpirsiyariya xwe ya piştgiriya sivîlan û girtina pêşiya dubarebûna êrişan kir.