Seredana desteya medyayî ya Îranê ya Bexdayê
Desteyeke medyayî ya Îranê seredana Bexdayê kirîye û bi Serokê Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê ra hevdîtin û gotûbêj pêk anî.
Rêvebir û xebatkarên medyayên fenanî Ajansa Nûçeyan a Mêhr, Îsna, Fars, Cemaran û hin medyayên din li gorî gazîkirina Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê seredana Bexdayê kirine û hevdîtina digel kesayetîyên girîng ên Iraqê û rêvebir û çalakên medayayên girîng ên vî ji wan armancên seredana desteya medyayî ya Îranê li Iraqê ne.
Endamên Desteya Medyayî ya Îranê di yekem roja seredana xwe da li Iraqê, bi Seyîd Emmar Hekîm Serokê Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê ra hevdîtin û gotûbêj pêk anîn.
Hekîm di vê hevdîtinê da careka din piştgirî da gelê Filistînê nemaze gelê mezlûm ê Xezzeyê û xwest ku civaka navdewletî ji bo sekinandina destidêrîjêyn ser Xezzeyê û rêdayîna bo derbaskiina alîkarîyan û beşdarîya di jinûveavakirina vê zîvalê da zorê bide ser Rejîma Sîyonîst.