Îlon 24, 2024 20:13 Asia/Tehran
  • Rexneya Iraqê ji cinayetên Îsraîlê li Libnanê

Serokomarê Iraqê ji bilî şermezarkiirna cinayetên Rejîma Siyonîst dijî xelkê Libnanê pêgîrî kir ev êriş navçê ber bi sênariyoyên xeternak ve kaş

Ebduletîf Reşîd di daxuyaniyekî da ragihand: Em li ser piştgîriya Iraqê ji birayên me li Filistîn û Libnanê û helwêsta xwe ya misoger li ser dijayetiya bi her cûre êrişekî û pêwîstiya sekinandina wê ya lezgîn pêgrî dikin û ji civaka navnetewî dixwezin berpirsyariya xwe ya qanûnî û exlaqî ji bo sekinandina şerrê dijî xelkê Xezzê û erdên din ên Filistînê cih bîne.Di dewama vê daxuyaniyê da pêgîrî hatiye kirin: Di bin sîvana van liv û tevgerên xeternak da divê helwêsteka navnetewî ji bo sekinandina van êrişan pêk were ji ber ku navçê ber bi sênariyoyên xeternak ve kaş dike ku ser xêra ti kesî nîne. Em daxwaza girtina berxwe ya helwêstekî ji aliyê civaka navnetewî ve ne ji bo girtina pêşiya giranbûna kêşeyê û kaşkirina şêrr ber bi Libnanê yan her navçeyeka din ve û em li ser pêwîstiya gihandina demlidest a alîkariyan bo kesên derbelêketî pêgîrî dikin.Mihemed Şiya Sûdanî, serokwezîrê Iraqê jî ragihandiye em êrişa Îsraîlê ser xelkê welatê dost û bira, Libnanê bi tundî şermezar dikin û wê gefek ji bo gişt navçê dizanin ku dûhatên cidî li dû xwe ve bo navçê heye.