Serdestbûna hêzên iraqî li sînorî vî welatî û Sûrîyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i351395-serdestbûna_hêzên_iraqî_li_sînorî_vî_welatî_û_sûrîyê
Fermandetîya Operasyona Rojavaya Neynewayê ragihand ku hêzên iraqî bi awayekî tam kontrola şarê Şingalê û navçeyên Cizîrê li wê parêzgehê û zîvala sînorî ya di navbera Iraq û Sûrîyê da girtin destê xwe.
(last modified 2024-09-23T10:21:18+00:00 )
Îlon 23, 2024 13:49 Asia/Tehran
  • Serdestbûna hêzên iraqî li sînorî vî welatî û Sûrîyê

Fermandetîya Operasyona Rojavaya Neynewayê ragihand ku hêzên iraqî bi awayekî tam kontrola şarê Şingalê û navçeyên Cizîrê li wê parêzgehê û zîvala sînorî ya di navbera Iraq û Sûrîyê da girtin destê xwe.

Elî Fazil Umran Fermandeyê Operasyona Rojavaya Neynewayê got ku hêzên iraqî bi awayekî tam li Şingal, deverên derdora vî şarî heta sînorê Sûrîyê ji wan  Beac û Hezer`ê serdest bûn.

Wî bal kişand ser vê yekê ku ykîneyên artêşa Iraqê û polîs û hêzên sînorparêz û Heşdi Şe`bîyê tam li zîvala sînorî ya di navbera parêzgeha Nêynewa û Sûrîyê serdest bûn.

Fermandeyê Operasyona Rojavaya Neynewayê pêgirî kir ku rewşa emnî ya Şingalê bi awayekî berbiçav baş bûye û di encamê da zêde ji 11 hezar malbat zivirîne vî şarî û derdorê ku encameke istiqrarê ye.