Hevgirtina Ayetullah Sîstanî tev gelê Libnanê
Merceyê bilindqedir ê şî`eyên Iraqê di daxûyanîyekê da bal kişand ser êrişên hovane yên Rejîma Sîyonîst ser Libnanê û pêgirî ser pêwîstîya zêdekirina hewlên ji bo bidawîhanîna êrişên hovane yên vê rejîmê kir.
Ayetullah Sîstanî Merceyê bilindqedir ê şî`eyên Iraqê ragihand: Di van rojana da ku gelê Libnanê rojên dijwar derbas dikin û bi awayekî giran û berfire ketine ber destdirêjîyên hovane yên rejîma Israyîlê û kiryarên hovane yên fenanî teqandina hejmareke zêde ya alavên têkilîyê yên kesane û yên bi vî rengî û malên tijî welatî ji wan jin û zarok li bi dehan gund û şarên başûra Libnan û Buqayê ketine ber êrişên tund û giran, ez xwe şirîkê derd û xemên wan dizanim û hevgirtina xwe bi gelê Libnanê ra radigihînim.
Di daxûyanîya Ayetullah Sîstanî da pêgirî ser pêwîstîya xistina dewrê ya hemî hewlan ji bo sekinandina van êrişên hovane yên berdewam û piştgirîya ji gelê Libnanê û parastina vî gelî hibmerî dûhatên wêranker ên wan hatîye kirin û ji gelên misilman hatîye xwestin ku ji bo kêmkirina derd ûrencên libnanîyan û dabînkirina hewcedarîyên merivî yên wan têbikoşin.