Îlon 20, 2024 19:44 Asia/Tehran
  • Iraqî bona peştevaniya lubnaniyan amade ne

Sekreterê Giştî yê Tabûrên Seyîd El-Şuheda yên Iraqê derbarê amadehiya jibo şandina bi hezaran hêzên têkoşer bo Lubnanê agahî da.

Ebû Ala El-Welayî, Sekreterê Giştî yê Tabûrên Seyîd El-Şuheda yên Iraqê Di peyamekê de ji bo Seyîd Hesen Nesrullah Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê, amadebûna xwe ji bo şandina hêzên leşkerî bo Lubnanê ragihand û got: Berxwedana Iraqê amade ye bi çek, bi can û bi malên xwe hêzên leşkerî yên xwe bişîne Lubnanê da ku li dijî dijminê siyonîst şer bikin.Tabûrên Hizbullaha Iraqê jî wek berteka li himber vê kiryara terorîstî ya Rejîma Siyonîst li Lubnanê amadebûna xwe ji bo şerê li kêleka têkoşerên Lubnanî ragihand û tekez kir:Cinayeta li dijî lubnaniyan dê seferberiya kesên alîgirê berxwedanê û hêrsa wan zêde kiriye û dê birayên me yên li Hizbullahê bi hêztir bike.Piraniya welatên cîhanê û rêxistinên navdewletî teqînên vê dawiyê yên Lubnanê şermezar kirine û tekezî li ser kêmkirina aloziyên li navçeyê kirin.