Bexda dijî dirêjkirina dema mayîna hêzên amerîkî derket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i351099-bexda_dijî_dirêjkirina_dema_mayîna_hêzên_amerîkî_derket
Wezîrê Berevanîyê yê Iraqê ragihand ku Bexda dijî pêşnîyara Amerîkayê ya dirêjkirina dema mayîna hêzên vî welatî li Iraqê ye û her du alîyan lihev kirine ku hêzên amerîkî di 2 salan di 2 qonaxan da ji Iraqê derkevin.
(last modified 2024-10-11T12:34:58+00:00 )
Îlon 08, 2024 16:25 Asia/Tehran
  • Bexda dijî dirêjkirina dema mayîna hêzên amerîkî derket

Wezîrê Berevanîyê yê Iraqê ragihand ku Bexda dijî pêşnîyara Amerîkayê ya dirêjkirina dema mayîna hêzên vî welatî li Iraqê ye û her du alîyan lihev kirine ku hêzên amerîkî di 2 salan di 2 qonaxan da ji Iraqê derkevin.

Sabit Ebbasî Wezîrê Berevanîyê yê Iraqê got ku lêjneyên Iraq û Amerîkayê têkildarî derketina hêzên amerîkî ji Iraqê û berdewambûna hevkarîya emnî lihev kirin.Sabit Ebbasî pêgirî kir ku Iraq û Amerîkayê li ser bidawîhatina erka hêzên hevalbendîya navdewletî lihev kirin û ew lihevkirina yê di 2 qonaxan da bi cih were. Qonaxa yekem yê di destpêka sala 2025ê da dest pê bibe û heta dawîya vê salê bidome û qonaxa duyem jî yê di sala 2026ê da tam bi dawî were.Ebbasî herwiha got: Loyd Astin Wezîrê Berevanîya Amerîkayê pêşnîyar kir ku 2 sal têra derketina hêzên hevalbendîya navdewletî nake û salekê jî zêde bikin, lê me qebûl nekir.