Çekdarên parêzgarê berê yê Neynewayê bin çavdêriya efserên Tirkiyê da perwerde dibin
Parlimanterê berê yê parêzgeha Neynawayê li Meclisa Iraqê got: Hêzên çekdar ên parêzgarê berê yê Neynewayê di bin çavdêriya fermande û efserên Tirkiyê da ji hêla leşkerî ve perwerde dibin.
Mihemed Îbrahîm Şebekî, got: Hêzên Esîl Nuceyfî, parêzgarê berê yê Neynewayê nika li pêgeha Zelîkanê di vê parêzgehê da ne û di bin çavdêriya fermande û efserên Tirkiyê da ji hêla leşkerî ve perwerde dibin.Vî parlimanterê berê yê parêzgeha Neynewayê li Meclisa Iraqê li hevpeyvîna bi Ajansa nûçeyan a El Meilûmeyê herwiha got: Hêzên ser bi hêzên gelanî yên Esîl Nuceyfî, parêzgarê berê yê Neynewayê, tevî ku ji hêla çek û miaşê ve ser bi hêzên Heşdi Şeibî yên Iraqê ne, lê li pêgeha Zelîkanê li navçeya Şêxan a parêzgeha Neynewayê ne û di bin çavdêriya fermande û efserên Tirkiyê da ji hêla leşkerî ve perwerde dibin û eva binpêkirina hakimiyeta Iraqê ye.Wî pêgîrî kir: Partiya Demokrat a Kursitana Iraqê jî bona serêxwegirtina berjewendiyên xwe dixweze ku leşkerên Tirkiyê li bakûrê Iraqê bimînin.