Tebax 26, 2024 19:39 Asia/Tehran
  • Parlimanterekî iraqî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê berpirsê êrişên Tirkîyê ser bakura Iraqê ye

Endamkî Komsyona Berevanî û Ewlehîyê ya parlimana Iraqê got: Hikûmeta Herêma Kurdistanê berpirsê êrişên Tirkîyê ser bakura Iraqê ye.

Elî Ne`me Bendawî Komsyona Berevanî û Ewlehîyê ya parlimana Iraqê di gotûbêja digel ajansa nûçeyan a Al Maloume`yê da dîyar kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê divê dûhatên êrişên Tirkîyê ser bakura Iraqê qebûl bike, ji ber ku berpirsê dosîya emnî l iHerêma Kurdistanê ye û got: Hêzên kurd tevî êrişa Tirkîyê û ketina zêde ji 200 kîlometran nav hin navçeyên herîma Kurdistanê û danîna binkeyên leşkerî li navşeyên hanê, qet pêşîya hêzên Tirkîyê negirtine.

Vî parlimanterê iraqî herwiha got: Tirkîye bi heceta têkoşîna hibmerî PKK`ê ji bo serdestbûna li navçeyên zêdetir li axa Iraqê hewil dide, lewma divê ev kiryar bên bidawîhanîn.

Tirkîyê di van salên dawîn da beşeke berfire ya axa Iraqê bi heceta sekinnîa himberî PKKê dagir kirîye. 

 

Serepeyv